Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin

img
STENBOL -Gardiyanan êrişî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku nexwestin pêlavên xwe derxin, kirin.
 
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, piştî hevdîtinê derxistina pêlavên li girtiyên siyasî hat ferzkirin. Girtiyên ku piştî hevdîtina bi malbatê û parêzeran re vedigeriyan qawîşên xwe, derxistina pêlavan li wan hat ferzkirin. Hat diyarkirin ku girtiyên ku ev pêkanîn red kirine ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin.
 
Parêzeran diyar kir ku 2 hefte ne ferzkirina derxistina pêlavan didome û wiha gotin: “Pêlavên girtiyan nayên teslîmkirin. Girtiyan diyar kirin ku ew ê serlêdana sûcê bikin û heta dawiyê li dijî her cure zextan li ber xwe bidin. Sedema vê ferzkirinê ji girtiyan re nabêjin