Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin

img
ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, li ser qoliyên xurekê ku bi 53 milyon lîreyî kirîne, wêneyê namzetê şaredariyê yê AKP’ê li ser bi cih kir û ji bo belavkirinê amade kirin. 
 
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye, çend roj beriya hilbijartinê ji bo namzetê şaredariyê yê AKP’ê Adil Sebatî Ceylan çû îhaleyê. Di îhaleya 22’yê adarê de hate lidarxistin de 72 hezar heb qoliyên xurekê kirin. Balkêş e di îhaleya ku dan Şîrketa Bazirganiya Derve û Hundir a Veguhestina Rêwiyan a Akçayê de dema belavkirina qoliyan di navbera 22 û 31’ê adarê de hatiye diyarkirin. Îhale bi 54 milyon lîreyan hate dayîn. 
 
QOLÎ JI BO NAMZETÊ AKP’Ê HATIN AMADEKIRIN 
 
Di wêneyên ku me xwe gihandinê de tê dîtin ku li ser qoliyan wêne hene. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, bal kişand ser dema îhaleyê û got: “Agahî û wenêyên ku hatin berdestên me ev qoliyên ku qeyûm ji kaseya şaredariyê kirîne, çend roj beriya hilbijartinê belav bike. Kesên ku ya gel ji bo hilbijartinê bikartînin bila bizanin ku dê bên darizandin.”
 
Demîr, bal kişand ku qeyûman şaredarî xistiye nava deynan û wiha berdewam kir: “Qeyûm di demekî ku ji hilbijartinê re kêm maye de lastîkên wesayîtan ên nû û kevin ku di depoyan de ne, motorên ku divê bidin makîna kîmyayê kiriye xurde û li piyasayê difiroşe. Deynên xwe yên sotemeniyê nade û sotemeniya şaredariyê dide xizmetên gundan. Bi awayekî zanebûn, heqê sotemeniyê nayê dayîn, ji ber ku dema me şaredarî ji dagirkirinê xelas kir, dixwazin wesayît werin asta ku nikarin bixebitin. Lê xelet difikirin, çi dikin bila bikin, em xwedî wê hêz û zanînê ne ku vê çirava ku wan afirandiye, kontrol bikin. Ji ber ku em weke wan nadizin, nadin dizîn, bi awayekî pûç û vala xerc nadin.”