Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin

img
AMED - Namzetên AKP'ê yên Amedê, beramberî rayan dest bi belavkirina kartên marketê kirin. 
 
Namzetên AKP'ê yên Amedê, beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bi çend rojan, beramberî rayan dest bi belavkirina kartên marketê kirin. Namzetê AKP'ê yên Gêlê Firat Seydaoglû, karta BÎM'ê ya 500 lîre belav kir û namzetê AKP'ê yê Yenîşehîrê Mûhammet Asena jî karta marketê ya lîmîta wê 4 hezar kir 6 hezar lîre. 
 
Li ser kartên BÎM'ê yên ku Seydaoglû ji malan re şandin, bi destan "Firat Seydaoglû" hat nivîsandin.
 
Di koma WhatsAppê ya "Şaredarên AKP'ê" de ji bo kartên Mûhammet Asena wiha hat gotin: "Êvara we bi xêr, lîmîta karta markeytê ya Yenîşehîrê 4000 TL bû, lê piştî civîna îro me alîkariya marketê kir 6000 TL. Me serlêdanên kesên kartên wan tune ne girtin. Wê çend roj şûn de zelal bibe. Ez ê li komê parve bikim. Niha agahiyên xwe neşînin, alîkariyên me ji aliyê şaredarê me yê Yenîşehîrê Mûhammet Asena ve tên. Em hemû bi hev re ji bo şaredarê xwe bixebitin, em ê bi hev re bi ser bikevin."