Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in

ÊLIH – Siyasetmedara kurd Leyla Zana li Êlihê rastî eleqeyeke zêde hat û wiha got: “Şaredarî ne tenê ji bo paqijkirina kolanan, her wiha ji bo paqijkirina mejiyan jî cihekî girîng in.” 
 
Siyasetmedara kurd Leyla Zana ji bo piştgiriya bi xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) re, îro li Êlihê bû. Zana, ji hêla komeke qelebalix a partiyê ve li gundê Xincikayê hat pêşwazîkirin. Zana, di bin baranê de bi çepik, tililî û dirûşman hat pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyekê derbasî Taxa Kaniya Hênê ya navçeya Hezoyê bûn. 
 
Zana û şandeya pê re li lokala hilbijartinê ya DEM Partiyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Zana, li vir derket ser kursiyê û wiha got: “Şaredarî ji bo ziman, çand û hunera kurdî girîng in. Ne tenê ji bo paqijkirina kolanan, ji bo paqijkirina mejiyan jî girîng in. Heke bê bîra we, ji bo kurdan digotin nikarin bên gel hev, hevdu dihesûdin. Bila kesên ev gotin dikirin bên li Kaniya Hênê binêrin.” 
 
Leyla Zana piştre jî ji bo tevlibûna hevdîtina bi gel re derbasî Hezoyê bû. Zana, li vir jî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. 
 
MELE EVDILAHÊ XERZÎ BI BÎR ANÎ
 
Gelek kes tev li bernameyê bûn û Zana got ku dîroka Hezoyê dîroka berxwedanê ye. Zana, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Hezo, bajarê Mele Evdilahê Xerzî ye. Dema em vî navî dibêjin, tenê navek nayê bîra mirov. Xwedî fikrên kûr û pêşverû bû. Di zarokatiya xwe de jî me li çîrokên wî guhdarî dikir. Wê demê jî qala siyaseta kurd dikir, qala Rojhilata Navîn dihat kirin. Sedema gotina min a Mele Evdilahê Xerzî e ew e ku Xerza navê herêmê û Tîmoq jî navê gund e. Lewma ez jê re dibêjim Xerzî. Mele Evdilah çû Şamê û bi Abdullah Ocalan re li ser ilma îslamê axivî. Her duyan 6 mehan li ser Qur’anê xebat kirin. Piştre jî gihiştin vê qenaetê; divê kes azad bijî. Heke azad bibe wê demê dikare îbadeta xwe di navbera xwe û Xwedê de bihêle û wî îbadetî ji bo bingeha siyasetê amade bike nake.” 
 
‘CIVAKÊ PARÇE NEKIN’
 
Zana, destnîşan kir îslamiyet ev hezar û 400 sal in parçeyeke jiyana gelê kurd e û wiha bi dawî kir: “Dayikên me her 5 danên rojê nimêjê dikin. Me nimêj bi saya tu kesî nas nekir. Ji xwe di kokên me de heye. Di nava me de baweriyên cuda jî hene. Suryan, ermen, êzidî... Tevekan jî bi hev re taetê xwe kirin. Tu kesî henekên xwe bi tu kesên din nekir, biçûk nexist. Bi hev re jiyan. Me ev gotin ji seydayê nemir Mele Evdilahê Xerzî bihîstin. Dema em îro lê dinêrin, bawerî di bin siya siyasetê de ma ye. Em ji vê re dibêjin şerm û guneh. Civakê parçe nekin. Me ev awayê xwezayî yê civakê kir parçeyeke jiyanê lê karê siyasetê ji vê cuda ye. Karekî rojane ye. Divê di qada siyasetê de mirov ê xwedî disiplîn be. DisiplLîn jî daxwaza civakê ye, şêweyekî siyasetê yê civakê ye. Siyaseta me siyaseteke kevn e lê rojane û mordern e.”