Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hat gotin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê rakirin dê têkoşîna bê domandin. 

 
Xizmên girtiyan û Dayikên aştiyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, li gelek bajaran Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobet îro jî li gelek bajaran berdewam kir. 
 
Greva birçîbûnê ya girtiyan ji bo piştgiriya kampanyaya kurewî a “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin di roja 121’emîn de berdewam dike. Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan bi heman daxwazan li gelek bajaran dane destpêkirin jî berdewam dike. 
 
STENBOL 
 
Li Stenbolê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dane destpêkirin di roja 106’emîn de berdewam kir. Gelek kes serdana çalakiya nobeta ya di avahiyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Sultangaziyê de tê domandin, kirin. 
 
Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Eyupsultan û Başakşehîrê serdana malbatên çalakiyê didomînin kirin. Xizmên girtiyan û kesên hatine serdanê, gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Di serdanê de Delegeya Stenbolê ya DEM Partiyê Zubeyde Çiftçî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pergala edaletê riziyaye û diyar kir ku mekanizmaya hiqûqê ya cihêkar di dewrê de ye. Çîftçî anî ziman ku divê daxwazên xizmên girtiyan werin pêkanîn. 
 
‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Çîftçî da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: “Di Destûra Bingehîn de li gorî kesekê hiqûq nîn e. Hiqûq ji bo her kesekê heye û ji bo her kesê jî wekhev tê sepandin. Heke hiqûq neyê sepandin, ev nîşan dide ku edalet nîn e. Daxwaza van dayikan ew e ku hiqûq û edalet wekhev were sepandin. Bi rastî jî divê her kesek were û van dayikan bibîne.” Çîftçî di dawiya axaftina xwe de banga piştevaniya bi xizmên girtiyan re kir.  
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 47’an de dom kir. Nobet li nûnertiya DEM Partiyê ya Taxa Çîmentepeyê hat domandin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Girtiyên nexweş berdin” li xwe kirin û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Konakê Faraşîn Gumuş û Ahmet Turk û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. 
 
Hanîfe Gumuş ku kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin, bal kişand ser rewşa girtiyên di hucreya yekkesî de tên ragirtin. Gumuş, wiha got: “Haya tu kesî ji nexweşiyên girtiyan nîne. Heke bimrin jî nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Em vê zilmê qebûıl nakin. Dema îşkenceyê li zarokên me dikin, em jî li vir di îşkenceyê de ne. Ne roja me roj e, ne jî şeva me şev. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Em naxwazin cenazeyên wan ji girtîgehan derkevin.” 
 
Dayika 3 girtiyan Fatma Surme jî got ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li ser girtîgehan jî dike. Surme, wiha domand: “Gelê kurd di tecrîdê de ye. Hevjînê min girtî ye û nexweş e. Bi sedan kesên mîna wî hene. Hevjînê min felc bûye û em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Hevjînê min 80 salî ye. Ma girtiyên di temenê wî de çi kirine? Em ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî nobetê digirin. Heta ev tecrîd bidome, em jî dê çalakiya xwe bidomînin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em ê heta dawiyê li gel girtiyên xwe bin. 
 
Nobeta Edaletê bi serdanan dom kir. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 109’emîn de di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de berdewam kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Canan Uzunay û Cevdet Altindag serdana nobetê kirin. 
 
Ji dayikan Kewê Işik di nobetê de axivî û wiha got: “Zarokên me ev 121 roj in di zindanan de greva birçîbûnê didomînin. Ev tecrîd ser zarokên me û gelê kurd tê meşandin. Ez hemû mirovên xwedî wijdan vedixwînim piştgiriyê. Heya ku tecrîda ser birêz Ocalan renebe, dê tecrîda ser girtîgehan jî ranebe. Heke riyeke aştiyê hebe ew jî hevidîtina bi birêz Ocalan re ye. Divê demildest ev hevdîtin pêk werin. Ji bona ku siberojê darbest ji girtîgehan dernekevin, em banga rabûna ser piyan ji hemû mirovan dikin.” 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Mêrdînê hatiye destpêkiirin, di roja 79’emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku bi dehan dayikan tê domandin de, stranên berxwedanê hatin gotin. Dayik derbarê çalakiyên Nobeta Edaletê de suhbet kirin. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê yê Amedê jî di roja 113’emîn de berdewam kir. Xizmên girtiyan ên di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezanê de  çalakiya xwe didomînin, pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahyê ye” li xwe kirin.
 
Xizma girtî Meryem Turan anî ziman ku ew li dijî tecrîdê 113 roj in Nobeta Edaletê digirin û ev tişt gotin: “Em wek dayik dê heya tecrîda ser Rêber Apo rabe, li ber xwe bidin. Di serî de dayikên girtiyan, ez hemû dayikan vedixwînim pişgiriya çalakiya me. Her ku ev tecrîd were domandin em ê aram nebin. Em jî di malên xwe de di bin tecrîdê de ne. Tekane daxwaza me rabûna vê tecrîdê ye. Tenê em ê wê demê aram bin û vegerin li malên xwe. Di nobetê de stranên kurdî hatin strandin.