Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê

img
COLEMÊRG - Parlamenterên DEM Partiyê yên Colemêrgê têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê lil welatiyekî kirin, pêşnûmepirs dan Meclisê. 
 
Welatiyê bi navê Yalçin Kaval di 24’ê adarê de li Colemêrgê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û li qereqola polîsan rastî tundiyê hat. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak, Oznûr Bartin û Onur Duşunmez têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bibersivîne pêşnûmepirsek dan Meclisê. 
 
Di pêşnûmepirsê de ev pirs hatin kirin: 
"* Sedema binçavkirina Yalçin Kaval û îşkencekirina wî çi ye? 
 
* Polîsên ne peywirdar ketine rapirsîna Yalçin Kaval. Gelo ev li gorî mewzûatê ye? 
 
* Gelo polîsên Kaval derb kirin hatine tespîtkirin? 
 
* Gelo têkildarî polîsên tundî kirin lêpirsîneke îdarî û edlî hatiye destpêkirin? Heke hatibe destpêkirin, di kîjan qonaxê de ye? 
 
* Derbkirina welatiyên binçavkirî li qereqolê hem sûc e hem jî binpêkirina mafên mirovan e. Gelo hûn dê di vê mijarê de perwerdeyê bidin personelên xwe? 
 
* Necezakirina peywirdarên cemaweriyê ya di binpêkirina mafan de gelek caran bi biryarên binpêkirinê yên DMME’yê hatiye îspatklirin. Di vê çarçoveyê de ji hezîrana sala 2023’yan heta niha li navenda Colemêrgê û navçeyên wê çend bûyerên derbkirin, muameleya xerab û îşkenceyê qewimî ne? Ji ber van bûyeran derheqê çend peywirdarên cemaweriyê de lêpirsîn hatine vekirin?”