DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin

img
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû ji bo tespîtkirina rewşa girtiyên nexweş û girtina tevdîrên pêwîst, xwest li Meclisê komîsyona lêkolînê were avakirin. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû ji bo lêkolînkirina rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” hate girtin û girtiyên nexweş, pêşnûme da Meclisê û xwest komîsyonê lêkolînê were avakirin. 
 
Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku ji bo rewşa Yildiz bi awayeke lezgîn were lêkolînkirin û tevdîr bên girtin, komîsyoneke lêkolînê were avakirin. Gergerlîoglû got ku Yildiz li ser sedyeyê birine girtîgehê, 3 rojan bi tena serê xwe di odeyekê de hatiye ragirtin û rewşa wê aloz bûye, nekariye xwarinê bixwe û pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Gergerlîoglû got ku divê Yildiz di zûtirin demê de were berdan. Gergerlîoglû got ku ragirtina girtiyên nexweş û yên kal nayê qebûlkirin û xwest ku ji bo lêkolînkirina rewşa Hatîce Yildiz û girtiyên nexweş û ji bo tevdîran, tavilê komîsyona lêkolînê ya Meclisê were avakirin.