Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje

img
RIHA - Zilamê bi navê Hemze A. li navçeya Halîliyeyê hewl da hevjîna xwe Meral A. bikuje. Meral A. birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. 
 
Jina bi navê Meral A. ya li Taxa Baglarbaşî ya navçeya Halîliye ya Rihayê dijî, di danê êvarê de rastî êrişa hevjînê xwe Hemze A. hat. Hemze A. hewl da Meral A. qetil bike û piştî agahdarkirina welatiyan, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hat veguhestin. Meral A. rakirin nexweşxaneyê.  
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin û Hemze A. jî hat binçavkirin.