DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî 5 roj mane û DEM Partiyê jî lez da xebatên xwe. Li gelek deveran bi gel re hevdîtin hatin kirin û banga xwedîderketin li sindoqan hate kirin. 
 
Xebatên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo hilbijartinê bênavber didomin. Li gelek bajaran bi gel re hevdîtin hatin lidarxistin. DEM Partiyiyan ji bo ewlehiya sindoqan bang kirin û xwestin her kes li berpirsyartiya xwe rabe. 
 
BEDLÎS
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Norşîn a Bedlîsê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi gel re hevdîtin li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Mizgîn Irgat û namzetên hevşaredariyê yên Norşînê Ulfiye Ozcan û Mehmet Şîrîn Uncu jî tev li bûn. Ji ber barîna berfa zêde, hevdîtin li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin. 
 
Keskîn Bayindir di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: “Em çareseriyê jî nîşanî wan didin. Weke gelê kurd em daxwaza aştiyê dikin. Em rêya azadî û aştiyê nîşanî wan didin. Çareserî jî azadiya birêz Abdullah Ocalan û qebûlkirina muxatabbûna wî ye. Gelê kurd şer naxwaze, azadiyê dixwaze. Lê ew mirin, talan û sirgunê li me ferz dikin. Lê em ê pêşiya planên wan ên qirêjî bigirin. Heke ew di hilbijartinê de bi ser kevin dê her qadê veguherînin cihê şer. Lewma divê em bi ser kevin û ev gelek girîng e. Em ê ve serkeftinê diyarî dayikên xwe, malbatên xwe û şehîd û nirxên xwe bikin.” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran li ber berfê govend gerand. Piştî govendê jî bi awayekî girseyî çûn serdana esnafan. 
 
 WAN
 
DEM Partiyê li navçeya Elbakê ya Wanê jî hevdîtina bi gel re li dar xist. Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bûn. 
 
Şande di ketina navçeyê de bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyeke derbasî navenda navçeyê bû. Li navçeyê jî bi flamayên kesk, sor û zer hat pêşwazîkirin. Li vir govend hat gerandin. Gulşen Kurt di hevdîtinê de got ku dê her 14 şaredariyên Wanê bi dest bixin. Namzetên hevşaredariyê yên Elkê Şengul Polat û Feyzî Caner jî banga çûna ser sindoqan li her kesî kirin. 
 
AVAKIRINA JIYANA DEMOKRATÎK
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî diyar kir ku xelkê Elkê dê di hilbijartinê de îradeya xwe nîşan bide û hesabê ji qeyûman bipirse. Şedal, da zanîn ku dema hatin hilbijartin dê bi modêla hevserokatiyê jiyaneke demokratîk ava bikin. 
 
‘DÊ GEL BERSIVA PÊWÎST BIDE’
 
Parlamenter Sezaî Temellî jî bertek nîşanî veguhstina leşker û polîsan da û ev tişt anî ziman: “Leşker, polîs, walî, qeymeqam her kes seferber kirine û hewl didin bi rêya hîleyê bi ser kevin. Lê tevî vê jî dê Elbak û bajarên din ên Kurdistanê bersiva pêwîst bidin. DEM Partî warê vî gelî ye. Îktîdar hewl dide bi rêya şer hebûna xwe bidomîne.  Em jî dê biisrar bibêjin ‘aştî, azadî.’ Rêya me Rêya Sêyemîn e. Çareserî birêz Ocalan e.”
 
AMED 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li navçeya Xana Axparê mitîng li dar xist. Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, namzetên Xana Axparê Semra Akyuz û M. Şerîf Arzu, parlamenter Ceylan Akça û Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî tev li bûn. Bi sedan kes civiyan û tevî barîna baranê jî govend gerandin. Piştre jî ji bo şehîdên demokrasiyê rêz hate girtin. 
 
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE QEYÛMAN BIŞÎNIN’
 
Namzeta Xana Axpar Semra Akyuz, got ku dê di 31’ê Adarê de bersivê bidin pergalê. Namzet M. Şerîf Arzu jî diyar kir ku dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqê û qeyûman bişînin. 
 
Namzetê Bajarê Mezin Dogan Hatun jî anî ziman ku tenê yek kes jî ji bo wan girîng e, dê îradeya xwe ji qeyûman bistînin. Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî got ku tu hêz nikarin pêşî li kurdan bigirin û diyar kir ku azadiya gelê kurd girêdayî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Yaray, xwest ku tecrîd were rakirin. 
 
‘TU HÊZ NIKARIN AGIRÊ KURDISTANÊ VEMIRÎNIN’ 
 
Herî dawî jî Parlamenter Ceylan  Akça axivî. Akça, diyar kir ku tu hêz nikarin agirê Kurdistanê vemirînin û ji gel xwest ku li dijî her hilbijêreke “heram”, du hilbijêrên “helal” bibin ser sindoqan. Akça, bang li ciwanan jî kir ku di roja hilbijartinê de ji bo ewlehiya sindoqan peywirê li xwe bigirin. 
 
Piştî axaftinan, govend hate gerandin û mitîng bi dawî bû. 
 
FARQÎN
 
DEM Partî li navçeya Farqîn a Amedê jî çû serdana nexweşên li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû. Namzetên hevşaredariyê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Ese, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, parlamenter Serhat Eren û Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbûz jî tev li bûn. Di dema serdanê de şande bi nexweş û xebatkarên nexweşxaneyê re hate gel hev. Şande, bi dilgermî hate pêşwazîkirin. 
 
QERS
 
Xebatên hilbijartinê yên li Qersê jî tevî berf û baranê jî bênavber didomin. Bi tevlibûna Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît esnafên navçeya Cilawûz a Qersê hatin ziyaretkirin. 
 
Di serdanê de Koçyîgît sekna gel a di mitîng û pîrozbahiya Newrozê de pîroz kir. Koçyîgît, bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: “Xebatên me bênavber didomin. Bi awayekî neheq û derhiqûqî şaredariyên me ji me standin. Em dixwazin xizmetê ji vî bajarî re bikin û li benda piştgiriya we ne.”
 
Piştre jî partiyiyan li navenda bajar çûn serdana esnafan û bi belavkirina broşuran gel vexwend mitînga sibê. 
 
WAN/RÊYA ARMÛŞÊ
 
Namzetên DEM Partiyê li Wanê çûn serdana rêxistinên civaka sivîl. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan û rêveberên pratiyê çûn serdana rêxistinên civaka sivîl. Di serdanê de namzetan projeyên xwe vegotin. 
 
Şande bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Pêşwazîkirina herî rengîn li Kuluba Sporê ya Astengdaran hat kirin. Endamên kulubê şande bi stranan pêşwazî kir û dîmenên rengîn derketin holê. Zeydan di serdanê de got ku rêxistinên civaka sivîl ji bo wan girîng in û dixwazin bajar bi hev re birêve bibin.
 
DÊRSIM  
 
Tifaqa Dêrsimê jî xebatên xwe yên li navend û navçeyan didomîne. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di roja duyemîn de tev li xebatên li navenda bajar bû. Li taxa Mogultayê bi gel re hevdîtineke girseyî hat lidarxistin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu û namzetên hevşaredariyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî tev li hevdîtinê bûn. 
 
GENERAL ZENG JÎ TEV LI BÛ
 
Yek ji kesayetên sembol ên Dêrsimê General Zeng (Yûsûf Zeng) jî tev li hevdîtinê bû. Zeng, got ku ew piştgiriyê dide DEM Partiyê û bi namzetan re govend gerand. Partiyiyan jî got: “Heke Zeng hatibe ev kar temam e.” 
 
Uçar û şandeya pê re bi dirûşmên “Em ê bi hevgirtinê bi ser kevin”, “Dêrsim ya me ya dê her ya me be” û “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin. Piştre jî bi esnafan re sihbet hat kirin. Di dema meşê de jineke temen mezin bi kelecaneke mezin got “Vaye partiya me hat” û bi keyfxweşiyeke mezin Orhan û Uçar hembêz kir. 
 
Şande, rastî eleqeyeke mezin hat û çalakî li Qada Seyîd Riza bi gerandina govendê bi dawî bû. Xebatên hilbijartinê dê di danê êvarê de li taxên Gazîk û Sîhenkê bi hevdîtinên bi gel re bidomin.