Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan

img
STENBOL - Ji bo Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê, bi sedema binpêkirina “Rêgeza qanûnîtiya sûc û ceza” serî li AYM’ê hate dayîn. 
 
Bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, 4 sal û 2 meh cezayê hefsê li Hatîce Yildiz a 75 salî hatibû birîn. Piştî erêkirina cezayê wê, Yildiz li ser sedyeyê ji mal derxistin û xistin girtîgehê. Ji bo Yildiz, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate dayîn. 
 
DAXWAZA ‘LÊKOLÎNA PÊŞDATIR’
 
Di serlêdana têkildarî esasa dosyayê de hat destnîşankirin ku şandina pereyan a ji bo girtîgehan di qanûnan de sûc nîne lewma jî “rêgeza qanûnîtî ya sûc û cezayan” a ji hêla Destûra Bingehîn ve hatiye mîsogerkirin hatiye bipêkirin. Di serlêdanê de hat gotin ku hinek usûl kêm in. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku temenê Yildiz mezin e û gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene lê tevî vê yekê jî hatiye girtin. Hat xwestin ku serlêdana wan zû were lêkolînkirin. 
 
Parêzerê Yildiz duh jî ji bo berdana bi şertê kontrola edlî û taloqkirina cezayê du serlêdanên cuda kiribû. 
 
MA / Dîren Yurtsever