Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya

img
MÊRDÎN - Ji ber barana zêde ya li Mêrdînê bariyayî, dîwarê îstînadê yê li devera dîrokî hilweşiya. 
 
Li devera Uçyolê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê ji ber barana zêde dîwarê îstînadê hilweşiya. Bi hilweşîna dîwar re wesayîtên li ser jî gêrbûn xwarê. Ji ber hilweşîna dîwar, rêya li Uçyola Mêrdîn a Dîrokî ji trafîkê re hate girtin. Piştî agahdarkirina ji rewşê, li herêmê komên lêgerîn-rizgarkirinê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku tu kes di wesayîtên gêr bûn de tune bûn û tu kes jî birîndar nebûye. Xebatên koman ên li cihê bûyerê didomin.