Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn

img
AMED - Di doza kameravan Remzî Akkaya de ku bi îdiaya “enamtiya rêxistinê” hatibû girtin de biryara tehliyeyê nehat dayîn. 
 
Di sala 2014’an de li nêzî îmalatxaneyeke teqemaniyan a li navçeya Hezro ya Amedê binkê cigareyekê hat dîtin. Di nava 6 salan de du caran lêkolîna krîmînal li ser vî binkê cigareyê hatin kirin lê mînakên raçînkê yên li ser cigareyê û yên kameravan Remzî Akkaya hev negirtin. Lê di sala 2020’an de bi îdiaya ku mînakên raçînkê hev girtine, derheqê Akkaya de lêpirsîn hate destpêkirin û hate girtin. Danişîna doza Akkaya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Akkaya û parêzerên xwe Diyar Çetedîr û Hebûn Akkaya di danişînê de amade bûn. 
 
Di danişînê de dozger xwest kul rewşa girtî ya Akkaya bidome. 
 
Akkaya jî li dijî vê daxwazê parastina xwe bi kurdî kir û daxwaza tehliyeya xwe kir. 
 
LÊKOLÎNA RAÇÎNKÊ SÊ CARAN HATE KIRIN 
 
Akkaya, da zanîn ku di navbera salên 2013-2016’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebitî, li wir karê xwendina saetan dikir, ji ber peywira xwe diçû gundan û dibe ku binkê cigareyê ya hatiye dîtin jî aydê wî be ku dema li ser karê xwe kişandibe. Akkaya, da zanîn ku di raporên lêkolîna krîmînal ên salên 2014 û 2016’an de hatiye tespîtkirin ku binkê cigareyê aydê wî nîne. Akkaya, got ku di rapora 2020’an de jî hatiye îdiakirin ku aydê wî ye. 
 
DELÎLEK DI DOSYAYÊ DE TUNE YE
 
Parêzer Hebûn Akkaya jî nakokiyên di îfadeyên şahidên di dosyayê de rêz kir û got ku divê dadgeh guuh nede van îfadeyan. 
 
Parêzer Diyar Çetedîr jî raporên lêkolîna krîmînal ên salên 2014 û 2016’an pêşkeşî dadgehê kir. Çetedîr, anî ziman ku îzmarîta behsa xeberê piştî bûyerê li cihê bûyerê hatiye bicihkirin û tevî gelek caran xwestine jî cendirmeyan dîmenên cihê bûyerê neşandine.  Çetedîr, careke din xwest ku ev dîmen bên şandin û lêkolînkirin. Her wiha Çetedîr da zanîn ku diviya îfadeya zêdek a şahidan ji hêla dozgeran ve bihata girtin lê qanûn hatiye binpêkirin û emniyetê wergirtiye. Çetedîr xwest ku hemû şahidên derheqê miwekîlê wî de îfade dane û hemû dîmenên cihê bûyerê li dosyayê bên zêdekirin. Çetedîr daxwaza tehliyeya miwekîlê xwe kir. 
 
Dadgehê hemû daxwaz red kir û danişîn taloqî 11’ê hezîranê kir.