DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da

img
ENQERE - DEM Partiyê der barê axaftinên Ahmet Saymadî yên partiya wan eleqedar dike de daxuyanî da û wiha got: “Daxuyaniyên Ahmet Saymedî ku di lijneyên partiya me de cih nagire û tu rayeya axaftina wî tune ye, bi temamî nêrînên wî yên xeyalî ne.” 
 
Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê îdiayên bi CHP’ê re tifak kirine de daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî, bi sernavê “Desthilat polîkayên xwe yên qirêj didomîne” hate dayîn û wiha hat gotin: “Ji ber partiya me ji desthilatê re bûye tirs û hemû kumpasên ji bo civakê ava kirine vala derxistiye, wekî her hilbijartinê, di vê hilbijartinê de jî dibe hedefa rêbazên şerê taybet, kampanyayên reşkirinê, propagandaya reş û êrişên desthilatê. Desthilat berî niha bi derew, bêbextî û bi dîmenên montajê partiya me hedef digirt niha jî bi riya medyaya kontrol dike, di vê hilbijartinê de DEM Partî û dijminatiya kurdan ji xwe re kiriye siyaseta bingehîn.”
 
GOTINÊN BÊBEXT
 
DEM Partiyê têkildarî axaftinên Ahmet Saymadî yên der barê partiya wan de jî wiha got: "Tevî ku Ahmet Saymadî ne endamê Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê ye, medyaya desthilatê weke wisa be nîşan da û bi ser vê yekê êrişî partiya me dikin. Gotinên medyaya desthilatê yên ‘mikurhatina mezin’ tenê dikarin bibin bêbextî.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Saymadî di lijneyên partiya me de cih nagire û tu rayeya wî ya axaftina ser partiya me nîn e. Hemû gotinên wî nêrînên wî yên xeyalî ne. DEM Partî di vê pêvajoyê de “lihevkirina bajar” ji xwe re esas girt hemû encamên pêvajoyê, jî bi raya giştî re parve kir. Gotinên kesên li gorî ajoyên xwe tevdigerin û dixwazin bibin rojev, me û gelê me eleqedar nakin.” 
 
DÊ BI KAMPANYAYÊN REŞKIRINÊ ENCAM NEGIRIN
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku dê desthilat û medyaya desthilatê nikare DEM Partiyê bi bêbextiyan reş bike û wiha hat gotin: “Yên ku eleqeya milyonan welatiyan a dor partiya me ranagirin, dixwazin bi derew, bêbextî, kampanyayên reşkirinê encamê bigirin. Dê partiya me û gelê me van propagandayên reş û listikên qirêj vala derxin.”