DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan

 
BEDLÎS - Namzetên Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yên Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya û Mehmet Nezîr Karabaş ku bênavber dixebitin, çareseriyên pirgirêkan yek bi yek rêz kirin û gotin: "Em ê bajêr ji nû ve bi ruh û can bikin."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Namzetên hevşaredariyê yên Bedlîsê jî di vê çarçoveyê de derî bi derî digerin. Namzetên hevşaredariyê Sumeyye Kizilkaya û Mehmet Nezîr Karabaş ku derî bi derî geriyan û doza piştgiriyê li welatiyan dikin, diyar kirin ku ew dixwazin bi gel re pirsgirêkên bajêr çareser bikin.
 
JI BO JIN Û CIWANAN PROJE
 
Kizilkayayê diyar kir ku li bajêr kêmasiya kar a jin û ciwanan heye û got: "Em ê qadên xebatê ji jinan re çêbikin. Em ê kargehan vekin. Helbet em ê ji bo ciwanan jî bikin. Ger hewce bike em ê qursan jî vekin û bazaran ava bikin. Jin dikarin tiştên ku çêdikin li vir bifroşin. Çi ji destê me bê em ê bikin."
 
Karabaş bal kişand ku di qeyûm û AKP'ê de hemû nirxên bajêr hatine tunekirin û wiha got: "Ji bo welatiyan cih û warên jiyana civakî nemaye. Bajar, di warê »erwerdehî û betaliyê de di rêza dawîn de ye. Tiryak zêde belav bûye." 
 
'EM Ê BEDLÎSÊ RAKIN SER PÊYAN'
 
Karabaş got: “Li vir kreş nîn in, cihê jinên kedkar tune ye ku zarokên xwe lê deynin. Qadên ku ciwan çalakiyên xwe yên civakî, çandî û werzişî pêk bînin tune ne. 40-50 sal berê sê sînema hebûn, îro cîhê sînema, şano, muzîk û folklorê nemaye. Em ê ji bo van hemûyan tesîseke civakî ava bikin. Em ê mala jinan ava bikin."
 
Karabaş her wiha destnîşan kir ku wê hejmara wesayitên veguhestinê bê zêdekirin û mexdûriyetên dikandarên ku cihê wan ên kar hatine xerakirin jî wê çareser bikin. Karabaş wiha got: "Em ê di 31'ê Adarê de di hilbijartinê de bi ser bikevin. Pirsgirêkên bajarê me giran in. Lê em ê bi partî, odeyên xwe, ciwan û jinan re Bedlîsê rakin ser pêyan. Di vî warî de em vîna gel dibînin."
 
Karabaş anî ziman ku ew ê piştî 31'ê Adarê, Bedlîsê bi hev re bi rê ve bibin û wiha got: “Em bang dikin ku ewm bi hev re Bedlîsê bi rê ve bibin." 
 
Herî dawî Karabaş ji bo mîtînga mezin ku dê di 28’ê Adarê de li kêleka Mizgefta Mezin bê lidar xistin kir.