Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin

ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrgulê leşker êvarî li taxan digerin û li nasnameyên welatiyan mêze dikin. 

Li bajarok Dêrgulê ya Şirnexê, li taxên dengên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) zêde ne, welatî rastî zextan tên. Beriya hilbijartinê leşker danê êvarî li taxan digerin û nasnameyên welatiyan kontrol dikin. Ev yek li taxên NAsirhan û Çadirliyê di dîmenan d ejî dekret holê; leşker bi çekên zirxî digerin û di dest wan de çekên lûledirêj û nansameyan kontrol dikin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û got, leşker dixwazin gel çavdtirsandî bikin. Ûysalê got: "Em hem bi hilbijartineke dîrokî, hem jî bi pêvajoyeke hilbijartinê ya dijwar û astengdar re rû bi rû ne. Li her bajarên Kurdistanê walî, qeymeqam û fermandarên leşkerî bi awayekî derqanûnî dikevin nava gel. Dixwazin vîna gel biguherînin."
 
Ûysalê da xuyakirin ku li Dêrgulê ji bo taxên ku dengên DEM Partiyê lê zêd ene pêkanîneke nû dest pê kiriye û got: "Êvarî, piştî fitariyê wesayîtên zirxî dikevin taxan. Leşker dikevin nava taxan û nasnameyên kesên li derve kontrol dikin."
 
Ûysalê anî ziman ku dê şêniyên bajêr serî li ber vê yekê netewînin û got: "Ev tirs û zext nîşan dide ku tifaqa AKP-MHP'ê winda dike. Li dijî zextên derûnî yên li ser gelê me jî em bi girseyî li navenda bajêr dimeşin. Ji niha û pê ve xebatên me dê li vir bi awayekî berfireh bidomin. Di 31'yê Adarê de em ê bersiveke mezin bidin her kesî."