Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê

XARPÊT - DEM Partî armanc dike ku nêzî hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne navçeya Depê ku AKP'ê gelek leşker û polîs veguhastine wê. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi taybetî li bajarên ku AKP-MHP'ê wekî dengdêr leşker û polîs veguhastien wan, xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Di çarçoveya kampanyaya "DEM tê, dengek dê lîstikan xera bike" de wê gelek dengêdrên livdar veguhêzîne navçeya Depê ya Xarpêtê. DEM Partî, wê nêzî hezar kesên li derveyî bajêr in, ji bo bikaranîna dengan wan bîen navçeyê. 
 
Nargul Baydar a di komîsyona hilbijrên livdar de ye, diyar kir ku AKP bi dengê "dengdêrên xeyalî" dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Baydarê anî ziman ku armanca wan ew e ku li dijî vê yekê hilbijêrên ku li derve ne bînin ser sindoqan û got ku her dengek pir girîng e. 
 
Baydarê got: "Me li Depê nêzî 800 hilbijêrên xeyalî tesbît kirin. Kesên ku li vir najîn, li ser malan qeyd kirine. Bi vê yekê îradeya Depê ji nedîtî ve tên. Girîngiya kampanyaya hilbijêrên livdar a li dijî vê derketiye holê. Divê mirov jî di vî warî de hestiyar be."
 
Baydarê diyar kir ku her kesê ku li navçeya Depê qeyda wan dengdêriyê heye lê li bajarên cuda dijîn dikarin serî li wan bidin û got: "Hemû hilbijêrên li derveyî bajêr bila li bajar û navçeyên ku lê ne pêwendiyê bi me re deynin û em wan bînin vir. Ji bo me dengek pir girîng e. Di hilbijartinên 2019'an de jî bi dengdêrên xeyalî bi ser ketibûn."