Li Hezexê şahiya gel

ŞIRNEX- Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku di şahiya gel a li Hezexê de axivî, bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û got: "Divê her yek ji me kesekî qaneh bike."
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê li taxa Yeniyê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê, namzetên hevşaredariyê yên Hezexê Turkan Kayit û Dogan Adibellî şahiya gel hat lidarxistin. Di şahiyê de dîmenên rengîn derketin holê. 
 
‘HER YEK JI ME KESEKÎ QANEH BIKE’ 
 
Di şahiyê de Ayşegul Dogan axivî. Doganê diyar kir ku divê tu kes di 31’ê adarê de li mala xwe nesekene û xwedî li dengên xwe derkeve û wiha axivî: "Ji hilbijartinê re 5 roj man. Derî bi derî kolan bi kolan tax bi tax bigerin. Hûn tenê neçin ser sindoqan, yek dengek gelek tiştan diguherîne lê belê ev têra me nake. Her yek ji me divê kesekî qaneh bike û bi xwe re bibe. Kesên ku fikarên wan hene û bê biryar in, kesên ku dilê wan ji me maye divê em wan qaneh bikin. Divê em tifaqa xwe ya navxweyî xurt bikin û her kesî qaneh bikin û bibin ser sindoqan. Gelo hûn ji bo vê amade ne? Coşa xwe ji 31’ê adarê re veşêrin. Em ê şahiya herî mezin wê rojê pîroz bikin.”
 
Piştî axaftinan şahî bi govendgerandinê bi dawî bû.