Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê

img

RIHA- Di hevdîtina gel a li Serêkaniyê de ku veguherî mîtîngê, siyasetmedara kurd Leyla Zana bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Birêz Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ya ronakbîrî bi rêbazên demokratîk dixwaze pirsgirêkên siyasî, civakî û erdnîgarî ronî bike."

Siyasetmedara kurd Leyla Zana, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê beşdarî hevdîtina gel a li ber buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. Dayikên Aştiyê yên Rihayê, parlementerên berê Çaglar Demîrel û Ayşe Surucu, Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer, namzetên hevşaredariyê yên Serêkaniyê Rahşan Yazar û Ûgûr Kahraman jî di nav de bi hezaran kes beşdarî hevdîtina gel bûn. 
 
Bi hezaran kes tevlî civîna gel a li ber bûroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Serêkaniyê hat lidarxistin bûn û civîna gel veguherî mîtîngê. Di civîna ku veguherî mîtîngê de welatiyan bêyî navber dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bîjî Serok Apo" û "Bîjî berwedana zindanan" berz kirin. Leyla Zana di civînê de axivî û got: “Hinek ji me di binê xeta sînor de man û hinek jî li ser sînor man. Tu zilm heta dawî naçe. Rojekê ew kesên ku zilmê li me dikin dê şerm bikin û bibêjin vî gelî çi bi me kir ku me zilm li wan kir. Çima em jiyana azad nejîn? Me ji bilî hezkirinê çi kir? Me zirar da kê? Ev xetimandin tirsonektiya wan nîşan dide. Ev karê tirsonekan e.”
 
‘DIXWAZIN GELAN JI HEV VEQETÎNIN’
 
Zana bilêv kir ku li şûna koletiya hezar salan em rojekê azad bijîn û got: “Birêz Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ya ronakbîrî bi rêbazên demokratîk dixwaze pirsgirêkên siyasî, civakî û erdnîgarî ronî bike. Ji Şerê Cîhanê yê Duyem tu ders nehatine girtin û dixwazin Rojhilata Navîn bikin gola ku ez naxwazim bêjim. Dixwazin mirovan ji hev qut bikin. Em jî dibêjin bi hezaran sal berê dayik û bavên me tovê jiyana wekhev û azad li van xakan çandibûn. Em ê jî bi hev re azad bijîn. Em ê rêzê li ziman û baweriya hev bigirin. Qedexekirina zimanekî hedê kê ye? Em rê nadin ku zarokên me ji doza xwe dûr bikevin.”
 
Mîtîng bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.