Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya

img
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku beşdarî civînên gel ên DEM Partiyê yên li Dêrsimê bû, diyar kir ku ew li pişt daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in ku di Newroza 2013'an de hat xwendin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû û gelek endamên partiyê tevlî civînên gel ên li navçe û bajarokên Dêrsimê bûn. Di civînên li Pertag, Mazgêrt û Pêrî yên Dêrsimê de, eleqeyeke zêde ya gel hebû. Welatiyan Ûçarê û heyeta pê re bi def û zirneyê pêşwazî kirin.
 
Di hevdîtinan de welatiyan bal kişand ser texrîbata ku ji aliyê qeyûman ve pêk hatiye û namzedên hevşaredariyê jî tekez kirin ku ew ê zirarên ku ji aliyê rejîma qeyûman ve hatine kirin ji holê rakirin. Li aliyê din Ûçarê jî bal kişand ser girîngiya serketina hilbijartinê û destkeftiyên jinan, êrişên li dijî rêveberiyên herêmî û nasnameya Dêrsimê.
 
Ûçarê diyar kir ku ji hilbijartinan re demeke kurt maye û banga parastina sindoqê li her kesî kir û her kesî vexwend nava xebatan.
 
Ûçarê di civînan de ev peyam dan: "Rêjîma qeyûm bi xwe jî got 'Alîkariya rêxistinê dikin'. Lê serê wan di ber wan de çûn. Ji ber ku tiştekî wisa tune bû. Ji ber ku me deriyên van şaredariyan ji her kesî re vekir, ji ber ku me li dijî neteweperestiyê jiyaneke hevpar ava kir, ji ber ku me bi hev re pirsgirêk çareser kirin, ji ber ku em neketin nav rantê û talanê qeyûm tayîn kirin. Ji bo ku em li ser vê axê her tiştê ku aîdê me ye bi rê ve bibin, pêdivî bi ked û xebatan heye. Di vî warî de, gumana min tune ku dê keda me miheqe bi ser bikeve. Em van hilbijartinan tenê wekî destkeftiyên şaredariyan nabînin. Dema ku AKP operasyon nû dike û zindanên nû ava dike, wekî mizgîniyê dide. Operasyonên xwe yên li derveyî sînor wekî mizgîniyê dide der. Wê li gelek deverên Iraq, Îran û Sûriyeyê dest bi komkujiyeke nû li ser kurdan bikin. Ji ber vê yekê serketina me ne tenê ji bo Mazgirtê, li hemberî qetlîamên kurdan ên vê desthilatdariyê jî wê bibe serkeftineke ku rê li ber komkujiyên vê desthilatê bigire. 
 
Li cihê ku mirov li hemberî hev ew qas bêtehamul bin û nijadperestî û neteweperestî ev qasî zêde be, em nikarin van li derî ji pirsgirêka kurd û nêzîkatiya dewleta tirk li pirsgirêka kurd binirxînin. Ji bo ku ev destkeftî bi rastî pêk werin, divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Ji ber vê sedemê birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê ku 25 sal in di bin tecrîdê de ye, got ku ew ê akribe di nava hefteyekê de vî şerî bide sekinandin. Deklerasyona ku di sala 2013’an de şandibû hê jî di bîra me de ye. Em li pişt vê deklarasyonê ne. Dinyayeke ku şer lê nebe, hêstirên çavan lê nebe, cihêkarî lê nebe û her kes bi ziman û baweriya xwe bijî, Kurdistan û Tirkiyeyeke bi vî rengî pêkan e.”