Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin

img
DÎLOK -  Ji kesên xwestin Ayten Behçetê ya di girtîgehê de dawî li jiyana xwe anî bibîr bînin hatin binçavkirin, zarokên bi navê K.O. û B.A. û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş hatin girtin. 
 
Li Taxa Guzelvadî ya Dîlokê Ayten Behçet a di sala 23'yê Adara 2019'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dawî li jiyana xwe anîbû, hat bibîranîn. Ji kesên Behçetê bibîranîn 2 jê zarok 5 kes bi hinceta dirûşme berz kirine hatin binçavkirin.
 
Ji kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyê sewqî edliyeyê hatin kirin. 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û zarokên bi navê K.O. (16) û B.A. (17) û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş hatin girtin.