Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê

RIHA - Li Wêranşarê beriya hilbijartinên xwecihî bi deh hezaran kes tevlî civîna gel bûn.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Rihayê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Siyasetmedara kurd Leyla Zana jî beşdarî xebatên hilbijartinê yên li navçeyên Wêranşar û Serêkaniyê yên Rihayê bû. Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê îro li Wêranşarê dest pê kir û endamên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin.
 
Endamên partiyê di ketina navçeyê de bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin û bi karwaneke wesayîtan derbasî buroya hilbijartinê ya li navenda navçeyê bûn.
 
Welatiyan li kolanên ku karwan derbas bû bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer, parlamentera berê ya Rihayê Ayşe Surucu, parlamentera berê ya Amedê Çaglar Demîrel, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, namzetên Hevşaredariyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan jî tevlî civîna gel bûn.
 
Piştî mîtîngê, karwana wesayîtan a endamên partiyê ji ber eleqeya zêde demeke dirêj niakribû ji navenda navçeyê derkeve. Girseyê bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.