Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû

img
STENBOL - Hatîce Yildiz (75) ya ku bi sedyeyê hate girtin, li girtîgeha ku 3 roj in bi tena serê xwe lê tê ragirtin ji ser hişê xwe çû. Parêzerê Yildizê bi daxwaza taloqkirina înfazê û berdana bi şertê kontrola edlî serlêdan kir.
 
Hatîce Yildiz (75) a ku ji ber ji keça xwe û hevala wê ya di heman qawîşê de dimîne re pere razandibû, 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û bi sedyeyê ji mal hatibû derxistin biribûn girtîgehê. Hate zanîn ku Yildiz îro li girtîgehê ji ser hişê xwe çûye. 
 
Parêzerê Yildizê Xebat Demîrcan ê çû seredana wê, dest nîşan kir ku ji roja înê ve bi tena serê xwe li odeyeyekê tê ragirtin. Demîrcan, da zanîn ku Yildiz bi gardiyanan re anîne cihê hevdîtina bi parêzer re û wiha got: “Rewşa muwekîla min nebaş bû. Bi tena serê xwe nikaribû bimeşiya. Bi gardiyanan re anîn û birin. Di dema hevdîtinê de rewşa wê giran bû û ji ser hişê xwe çû. Li wir tîmên tenduristiyê mudaxile kirin.” 
 
NIKARE XWARINÊ BIXWE
 
Demîrcan di berdewamiya gotinê xwe de diyar kir ku ew ê îro Yildizê bibin qawişê û wiha berdewam kir: “Muwekîla min ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro du roj in nekariye rast û dirust xwarinê bixwe. Rewşa wê nebaş bû.”
 
Demîrcan, bi lêv kir ku di hevdîtinê de muwekîla wî Yildizê jê re gotiye ji ber him extiyar e û him jî nexweş e nikare di girtîgehê de bimîne û destnîşan kir ku muwekîla wî dixwaze demildest were berdan. 
 
DESTUR NEDAN LAWÊ BIÇE HEVDÎTINA WÊ
 
Demîrcan, anî ziman ku ji bo lawê wê jî pê re hevdîtinê bike serî li dozgeriyê daye û wiha lê zêde kir: “Ji ber pirsgirêkên muwekîla min, me daxwaz kir ku lawê wê jî wê bibîne. Me di vê mijarê de israr kir. Lê ev daxwaza me bi hinceta ku ji roja hevdîtinê re hindik wext maye hate redkirin.”
 
Demîrcan, diyar kir ku bi daxwaza taloqkirina înfazê û berdana bi şertê kontrola edlî du serlêdanên cuda kirine.