Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan

img
COLEMÊRG - Yalçin Kaval ê li Colemêrgê rastî tundiya polîsan hatibû, bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Polîs duh bi şev piştî fitarê çûne mala Yalçin Kaval. Polîsên ku Kaval binçav kirine, heman demê de Kaval derb kirin. Kaval ê ji bo karûbarên îfadeyê birine emniyetê, piştre sewqî Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hate kirin. Kaval bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê hate kirin. Dadgerî daxwaz qebûl kir û Kaval berda.
 
‘KURD NE KOLEYÊN WE NE’
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Ji bo rasthatina tundiya polîsan, çûna maça futbolê têr dike. Welatiyê bi zarokê xwe ve çûye maçê temaşa bike, bi hinceta girtina îfadeyê li qereqolê rastî îşkenceyê hat. Em Walîtiya Colemêrgê hişyar dikin: Colemêrgî, kurd ne koleyên we ne, dest ji sepandina hiqûqa dijminatiyê berdin.” 
 
BARO: EM Ê ŞOPDARÊ BÛYERÊ BIN
 
Baroya Colemêrgê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da. Baro destnîşan kir ku di demên dawî de lêgerînên malan ên derveyî hiqûqê û sepanên bi qasî îşkenceyê tên jijîn û wiha got: “Tirkiye bi belge û peymanên navneteweyî îşkenceyê qedexe kiriye. Îşkence û muameleya xirab derveyî rûmeta mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Divê demildest têkildarî kesên îşkence, muameleya xirab û tundiyê kirine, lêpirsîn were destpêkirin û faîl werin cezakirin. Em ji raya giştî re bi rêzdarî diyar dikin ku em ê bibin şopdarê pêvajoyê.”