Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin

  • rojane
  • 12:25 8 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema binçavkirinê de polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin. 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû duh di dema daxuyaniya li Stenbolê de ji hêla polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin. Hat zanîn ku Îbrahîmoglû di bin çavan de jî rastî êrişê hatiye. 
 
Partiyê têkildarî mijarê li ser hesava xwe ya X’ê wiha got: “Îşkenceyên we dê nekarin me bêzar bikin. Ev êrişên we nîşan didin ku hûn ji partiya me û Meclisa Ciwanan ditirsin. Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye û zû yan jî dereng hûn ê teqez hesabê vê bidin.”