Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin

  • rojane
  • 18:24 7 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Parêzer Zeynep Sedef Ozdogan di danişîna doza Kobanê de got: “Bi destpêkirina vê dozê re li Konya û Îzmîrê li dijî Kurdan 2 êrîşên kuştinê pêk hatin."
 
Danişîna Doza Kobanê ya ku 18 jê girtî 108 kes tên darizandin li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam kir.
 
Hin siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê tên ragirtin li salona dadgehê amade bûn, hin siyasetmedar jî bisedem tevlî nebûn. Parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û malbat girtiyan û temaşevanên jî beşdarî danişînê bûn.
 
Parêzera siyasetmedara kurd Pervîn Odûncû ya girtî Zeynep Sedef Ozdogan di danişînê de ev tişt anî ziman: “3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn bi sûcdariya têkildarî terorê ye tawanbar kir. Aliyên nîqaşê dikin bi xwe dibêjin ku ev pevçûneke siyasî ye."
 
Parêzer Zeynep Sedef Ozdogan jî wiha axivî:
 
“Gelo armanc ew e ku di nava dewleta hiqûqa demokratîk de îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd bişkînin? Di vê îdianameyê de ne tenê HDP, di heman demê de hilbijêrên HDP'ê hedef in. Ger HDP were cezakirin, wê hemû hilbijêrên HDP'ê jî bibin hedef. Bi destpêkirina vê dozê re du êrîşên kuştinê li dijî Kurdan pêk hatin. Yek ji wan êrîşa li dijî malbateke li Konyayê pêk hat. Di 30'ê Tîrmeha 2021'an de 7 endamên malbata Kurd li ber kamerayan hatin qetilkirin. Ya duyemîn jî di 17'ê Hezîrana 2021'an de Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bû, bi êrîşa çekdarî hat qetilkirin. Beriya herdu êrîşan herdu kujer jî gelek pere xerc kirine û ji aliyê polîsan ve bi dilgermî hatine pêşwazîkirin."
 
Parêzer Metîn Kaya jî bal kişand ser bêhiqûqiya dozê.
 
Danişîn dê sibê saet di 10:00’an de bi parastina siyasetmedarên girtî berdewam bike.