HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e

  • rojane
  • 15:59 7 Kanûn 2023
  • |
img
DÎLOK - Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar a HEDEP’a Dîlokê ji bo serlêdanên bernamzetiyê bang kir û wiha got: “Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li Dîlokê dîrokê binivîsin. Îdiaya me mezin e.” 
 
Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Dîlokê têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê daxuyanî da. Berdevkê Komîsyonê Avnî Bînîcî di daxuyaniyê de axivî û got ku ew dê hem xwe hem jî bajarê xwe birêve bibin. 
 
Bînîcî bal kişand ser polîtîkaya qeyûm û ev tişt anî ziman: “Em ê şaredariyên xwe yên di destê îktîdara AKP-MHP’ê de jê wergirin û radestî nûnerên rasteqîn ên gel. Dê gelên me bi destên hev bigirin û li Dîlokê bikevin hilbijartinê. Em ê di hilbijartinê de li Dîlokê dîrokê binivîsin. Îdiaya me mezin e. Ji bo vê jî banga me ji bo tevahiya gelê me yê welatparêz ew e ku li dora partiya me bibin yek. Welatiyên ku dixwazin ji bo bernamzetiya şaredariya bajarên mezin û şaredariyên navçeyan û encumentiyê serlêdanê bikin dikarin bên Rêxistina HEDEP’a Dîlokê. Em li benda wan in. Serkeftin dê ya me be.”