Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan

  • rojane
  • 13:54 7 Kanûn 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari çû serdana gora Denîz Poyraz û Cemal Tanhan û wiha got: “Gelê kurd ne li hemberî mirinan ne jî li hemberî girtinan serî natewîne.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari ji bo hevdîtinan hate Îzmîrê. Hatîmogûllari çû serdana Denîz Poyraz ku di 17’ê hezîrana 2021’an de li Îzmîrê hate qetilkirin û gora Cemal Tanhan ku piştî bi nexweşiya penceşêrê ketî hatibû berdan û çendek roj berê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Parlamenter Burcu Gul Çubuk, Îbrahîm Akin, George Aslan û Oznur Bartin, endamên malbata Poyraz û endamên partiyê jî di serdanê de cih girtin. 
 
Ji ewil gora Denîz Poyraz a li Kaynaklar a Bucayê hate ziyaretkirin. Hatîmogûllari  li ser gora Denîz Poyraz axivî û got ku qetilkirina Denîz Poyraz dilê her kesê li gel demokrasî û mafên mirovan êşandiye. 
 
ÊN EW QETIL KIRIN DIBÊJIN QEY DÊ SERÎ BI WE BIDIN TEWANDIN’ 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari diyar kir ku tetîkkêş cisareta êrişa li dijî HDP’ê ji feraseta îktîdarê digirin û ev tişt anî ziman: “Ên ew qetil kirin dibêjin qey dê di têkoşîna demokrasiyê de serî bi we bidin tewandin. Lê tevahiya Tirkiyeyê xwedî li Denîz Poyraz derket. Kujer ji hêla polîsan ve hate parastin, tiştên di dema pêvajoya darizandinê de li eywanên edliyeyê qewimîn, yên li pişt kujer li Sûriyeyê şer derxistin, nîşan da ku li pişt bûyerê zîhniyeta îktîdarê heye ku hewl dide projeya têkbirinê li dijî kurdan bixe meriyetê. Ya ku divê li gel kujer were darizandin, ev zîhniyete ye. Me ne ji ber mirinan ne jî ji ber girtinan serî netewandiye. Gelê kurd bedelên giran da. Plana têkbirinê bi xwe têk çû. Lê belê têkoşîna gelê kurd didome. Bila ji bo Denîz Poyraz soza me be ku alaya wê ji me re hiştî em ê hêj bilindtir li ba bikin. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane tê çareserkirin dê têkoşîna me bidome û em ê teqez bi ser kevin.” 
 
DAYIKA POYRAZ: DENÎZEK DIÇE HEZAR DENÎZ TÊN ŞÛNA WÊ 
 
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî wiha got: “Îro Denîze çû lê bi hezaran Denîz hatin. Cihê şehîd û kesên bedel dayîn pir mezin e.” 
 
Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre jî çû serdana gora Cemal Tanhan. 
 
'EV GOR BÛ SEMBOLA ÊŞAN’
 
Hatîmogûllari sersaxî ji xizmên Tanhan re xwest û got ku tevî rewşa giran a tenduristiyê jî nehate berdan. Bi domdarî Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Girtiyên siyasî ji ber polîtîkaya îktîdarê jiyana xwe ji dest didin. Xwest bigihije kurê xwe yê ji hêla hêzên faşîst û nîjadperest ve hatibû qetilkirin. Niha her du di heman gorê de ne. Ev gor bû sembola êşên gelê kurd û sosyalîstên vî welatî dijîn. Vaye faşîzm ev e. Dê her kes bibîne bê ka siyaseta me ya têkildarî girtîgehê çiqasî rast e. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Her wiha greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan hatiye destpêkirin didome. Jixwe girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan. Em ji îktîdarê re dibêjin, di nava zilma xwe de bixeniqin. Ji bo ji girtîgehan darbest dernekevin, tecrîdê rakin. Heta ku aştî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome.” 
 
Keça Cemal Tanhan, Ayşe Tanhan jî wiha got: “Mîna bavê min gelek girtiyên nexweş hene. Bi taybet jî girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Bijîşk dema dibêjin ‘dê ev bimre’ wê demê tên berdan. Vê zilmê bi dawî bikin. Zilma dewletê her tim li ser me didome. Di sala 2022’yan de li ser kezeba bavê min girikek hate tespîtkirin lê tedawî nekirin. Naxwazim girtiyên din jî bikevin rewşa bavê min.” 
 
Piştî serdanên goran, şande derbasî konê şînê ya ji bo Tanhan hatiye vegirtin. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Hatîmogûllari piştre jî çû serdana esnafên navçeyên Menemen û Bayrakliyê.