Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike

  • rojane
  • 13:03 7 Kanûn 2023
  • |
img
ATÎNA - Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan ê bi artêşeke parastvanan re çû Atînayê, dê bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiriakos Mîçotakîs ê jê re gotibû: “Ji bo min kesekî wisa tune ye” re hevdîtinê bike.  
 
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya 5’emîn Civîna Hevkariya Asta Bilind a Konseya Tirkiye û Yewnanîstanê çû Atînayê. Di serdana Erdogan de artêşa parastvanan a li dora wî bal kişand. Herwiha ji bo parastina wî 3 hezar 500 polîsên Yewnan jî hatin peywîrdarkirin. Tevdîrên ewlehiya bajarê di bin dorpêça polîsan de ye, dê bi dronan were girtin. Her wiha gelek rê jî ji ber tevdîrên ewlehiyê ji trafîkê re hatin girtin.
 
Erdogan dê di destpêkê de dê bi Serokkomar Ekaterini Sakelaropulu re hevdîtinê pêk bîne. Piştre jî dê bi Serokweezîr Kiriakos Mîçotakîs ê jê re gotibû “Ji bo min kesekî wisa tune ye” re civîna hevpar a çapemeniyê li dar bixe. Serdana Erdogan dê piştî xwarina serdan û xebatê bi dawî bibe.