Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket

  • rojane
  • 15:03 3 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Li ser rêya Amed-Farqînê dema otobûseke rêwiyan li ser rêbejê rêya xwe didomand agir vêket. 
 
Li ser rêbeja Amed-Farqînê dema otobûsa rêwiyan li ser rêya xwe diçû agir vê ket. Şewat, li tevahiya otobûsê belav bû û wesayît bi temamî şewitî. 
 
Ajokarê otobûsê agahî da ekîbên agirkujiyê lê tu mudaxile nehatin kirin. 
 
Hat zanîn ku otobûs ji bo temîrê dibirin Dîlokê û di vê navberê de rêwî tê de tune bûn. 
 
Di bûyerê de mirî û birîndar çênebûn.