Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin

  • rojane
  • 22:14 8 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE- Buroya Çapemeniyê ya HEDEP'ê, ragihand ku Lijneya Rêveber a Navendî û koma wê ya meclisê ji ber biryara Dadgeha Bilind, biryara civînê girtiye. 
 
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), ragihand ku ji ber ku Dadgeha Bilind biryara der barê Can Atalay de nesepandiye û ji bo giliyê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bê kirin, dê Lijneya Rêveber a Navendî û koma meclisê ya partiyê biryara civînê girtiye. 
 
Her wiha biryar hat girtin ku dê Hevserokên Giştî yêN HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan saet di 11:00'an de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî civîn û pêvajoya navborî de civîneke çapemeniyê li dar bixin.