Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:50 8 Mijdar 2023
  • |
img
KOCAELÎ - Rêveberên Partiya Çep ên Gebzeyê, bi hincete parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal, hatin binçavkirin. 
 
Rêveberên Partiya Çep ên navçeya Gebze ya Kocaeliyê Bûgra Aydogan û Erdem Şîmşek îro serê sibê, di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Aydogan û Şîmşek ji ber parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal hatine binçavkirin. 
 
Partiya Çep bertek nîşanî binçavkirina rêveberên xwe da û di daxuyaniya xwe de wiha got: "Binçavkirinên ji serî heya binî wek bêhiqûqî, bêedaletî û bi zordarî tên kirin, divê demildest werin bidawîkirin."