Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin

  • rojane
  • 11:26 8 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Li navçeya Bagcilarê Filîz Çîlîngîr û keça wê ya 14 salî Selîn Akçay, ji aliyê zilamê bi navê Barbaros Tuzun ve hatin kuştin. 
 
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê Filîz Çîlîngîr û keça wê ya 14 salî Selîn Akçay, ji aliyê zilamê bi navê Barbaros Tuzun ve hatin kuştin. Dê û keç, rastî êrişa çekdarî ya Tuzun hatin. Piştî ku welatiyên li derdorê hay pê xistin, tenduristkar hatin cihê bûyerê. Tenduristkaran diyar kir ku dê û keç her du jî jiyana xwe ji dest dane.
 
Hat destnîşankirin ku Tuzun, piştî ku Filîz Çîlîngîr û keça wê kuştine, xwe jî kuştiye.