Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn

  • rojane
  • 12:32 6 Mijdar 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan a li dijî gundê Boskênê yê Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; artêşa tirk bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Boskênê yê bajaroka Ranya ya bi ser îdareya Raperînê kir. Hat zanîn ku di encama bombebaranê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Hat diyarkirin ku devera hatiye bombebarankirin nêzî navenda gund û dikana ye. Hat destnîşankirin ku ji birîndaran 2 jê karker bûn. 
 
Di encama bombebaranê de ziyan gihişt malên welatiyan. 
 
Midûrê Giştî yê Tenduristiyê yê Ranyayê Ferman Ahmet da zanîn ku 2 karkerên di êrişê de birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.