Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin

  • rojane
  • 10:42 5 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Li navçeya Sokeyê 4 kes li ber lehiyê ketin û cenazeyên 2 kesan hatin dîtin. 
 
Duh bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Soke, Koçarli, Karpuzlu û Çîneyê lehî rabûn. Li Taxa Demîrçay a Sokeyê 5 wesayît ber lehiyê ketin. Li ser îxbarê ekîbên AFAD, cendirme û polîsan li herêmê hatin sewqkirin. 
 
Waliyê Aydinê Yakup Canbolat da zanîn ku 4 kes li ber lehiyê ketine û ji wan cenazeyên 2 kesan hatine dîtin. Lêgerîna ji bo dîtina 2 kesên din didome.