Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn

  • rojane
  • 14:22 4 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê Muhafazakarên Sînor ên Îranî kolberan gulebaran kirin û 5 kolber birîndar bûn û 10 kolber jî hatin girtin. 
 
Li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê Muhafazkarên Sînor ên Îranê gule li komek kolberan barandin. Di encama gulebaranê de 5 kolber bi xedarî birîndar bûn û 10 kolberên ku hatin binçavkirin jî hatin girtin. 
 
Hat zanîn ku dema birîndaran rakirine nexweşxaneyê jî îşkence li wan hatiye kirin û kolber di beşa venêrîna awarte de tên dermankirin.