Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya

  • rojane
  • 17:00 3 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Xeta ava vexwarinê ya Mijînê ku ji Şirnexê re tê teqiya. 
 
Xeta ava vexwarinê ya Mijînê ku ji bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qileban a Şirnexê, ji bo Şirnexê tê teqiya. 
 
Şaredariya Şirnexê ya têkildarî xeta avê ya piştî barîna barana zêde ya li Şirnex û navçeyên wê teqiya daxuyanî da, da zanîn ku ji ber barîna barana zêde boriyên avê teqiyan e û ji bo tamîrkirinê dest bi xebatan kiriye. Lê nehate diyarkirin ku dê xebat kengî biqedin. Hate diyarkirin ku ji ber teqîna xeta avê dê navenda Şirnexê çend rojan bêav bimîne.