Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan

  • rojane
  • 16:16 31 Cotmeh 2023
  • |
img

BEDLÎS - Danişîna doza rojnamevan Mehmet Şah Orûç li Dadgeha Bedlîsê hat lidarxistin. Orûç piştî 6 mehan tehliye bû. 

 
Rojnamevan Mehmet Şah Orûç di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di meha nîsanê de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna duyemîn a doza Orûç îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê der barê Orûç de biryara tehliyeyê da. Orûç dê piştî 6 mehan ji hepsê were berdan. 
 
Orûç li gel parêzerê xwe Resul Temur bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind beşdarî danişînê bû. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, malbata Orûç û rojnamevanan doz şopand. 
 
Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir û dozger mutalaya der barê Orûç de pêşkêşî dadger kir û xwest darizandina wî girtî bê domandin. 
 
‘JI BER EZ ROJNAMEVANEK KURD IM GIRTÎ ME' 
 
Orûç bi kurdî parastina xwe kir û destnîşan kir ku hemû xebatên wî di çarçoveya rojnamevaniyê de bûne û ev hemû tawanbarî ji ber xebatên wî yên rojnamevaniyê ne. Orûç li ber mutala û îdiayên dozger û dadger rabû û destnîşan kir ku rojnamevanî deng û rengê civakê ye û ji ber ew rojnamevanek kurd e niha di girtîgehê de ye û çi nûçeyê wî çêkirine hemû wek sûc hatine berhevkirin. Orûç xwest bê berdan û beraetkirin. 
 
BIRYARA BERDANÊ 
 
Piştî parastina parêzer Resul Temur, şandeya dadgehê navberek kurt da danişînê. Şandeyê paşê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Orûç da û danişînek din taloqî 6'ê sibata 2024'an kir.