Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket

  • rojane
  • 12:04 31 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Şehîd û Gaziyên Qehremanên Têkoşîna bi Terorê re û Vazîfeyê Şahîn Aslan ê ku 50 kîlo esrar di wesayîta wî de hat desteserkirin, hat girtin. 
 
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Şehîd û Gaziyên Qehremanên Têkoşîna bi Terorê re û Vazîfeyê Şahîn Aslan ji sûcê “bazirganiya madeyên hişbirê dike” hat girtin. 
 
Li gorî tê gotin, wesayîtek ji Amedê ber bi Rihayê ve diçe û li Qereqola Leşkeriyê ya Pîrînçlîkê tê sekinandin û di wesayîtê de jinek û merek hebûne. Leşker di nav wesayîtê de lêgerînê dikin û 50 kîlo esrar desteser dikin. 
 
Derket holê ku wesayît aîdî Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Şehîd û Gaziyên Qehremanên Têkoşîna bi Terorê re û Vazîfeyê Şahîn Aslan e. 
 
Hefteya bihûrî bûyer diqewime û Aslan û ew jina li gel wî hatin binçavkirin. Dadgeha Amedê ji sûcê “bazirganiya madeyên hişbirê dike” Aslan da girtin û şand girtîgehê. Ew jina li gel wî tê berdan. 
 
Hat zanîn ku dozgeriyê biryara “veşarî” daniye ser dosyeya bazirganê hişbirê Şahîn Aslan. 
 
TÊKILIYA WÎ BI BURORKAT Û LEŞKERAN RE HEYE 
 
Tê gotin ku ev bazirganê hişbirê Şahîn Aslan li gel burokratan û rayedarên leşkeriyê radibe û rûdinê û her tim bi wan re di nava dan û stendinê de ye. Hat zanîn ku têkiliya Aslan bi Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çiftçî re jî heye. Dema ku Çîfçtî qeyûm û qeymeqamê navçeya Sûrê bû Aslan li gel wî wêne girtiye û belav kiriye.
 
Hat diyarkirin ku têkiliya Aslan bi rayedarên leşkerî yên li Amedê re heye û wî her tim serdana wan malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê hatine rûniştandin kiriye.