Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin

  • rojane
  • 16:33 30 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Ji sê rêveberên HDP’ê yên navçeya Beylîkduziyê Emrûllah Şenyuz hat girtin û du rêveber jî hatin berdan. 
 
Li navçeya Beylîkduziya Stenbolê di 27’ê cotmehê de polîsan bi ser malên rêveberên HDP’ê de girtibûn û ew kiribûn binçavan. Ji rêveberên HDP’a Beylîkduziyê Zemîne Gokçe, Emrûllah Şenyuz û Nûrten Demîr ev sê roj bûn di binçavan de bûn. Piştî karûbarên li midûriyeta polîsan ew birin Edliyeya Çaglayanê. Rêveberên binçavkirî bi xebatên xwe yên partyê hatin sûcdarkirin û çalakî û şahiyên partiya wan ji wan hatin pirskirin. 
 
Piştî îfadeyên li dozgeriyê Gokçe û Demîr hatin berdan. Emrûllah Şenyuz jî ji hêla dadgehê ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin û ew şandin girtîgehê.