Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin

  • rojane
  • 11:20 29 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji edîtorê Rojnewsê Suleyman Ehmed ev 5 roj in tu agahî nayên girtin. 

 
 
Ji edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Suleyman Ehmed ev 5 roj in tu agahî nayên girtin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdana malbatê çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de vegeriya Herêma Federe ya Kurdistanê û li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ji hêla hêzên PDK’ê ve hate binçavkirin. Malbata Ehmed, xwest ku PDK têkildarî aqûbeta zarokê wan de daxuyaniyekê bide.