ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 27 Cotmeh 2023
  • |
img
* Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, gotin ku desthilata ku êrişên Îsraîlê şermezar dike, li Rojava zarokan û nexweşxaneyan bombeberan dike. 
 
* Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku divê destholat banga "wekheviyê" ya ji bo êrişên li ser Filistînê ji bo Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê jî bike û got ku wekî meseleya Filistînê divê meseleya kurdan jî esas bê girtin. 
 
* Cenazeyê Recep Çakir ku li Nisêbînê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da, 5 sal in radestî malbatê nehatiye kirin. Abdûrrahman Çakir diyar kir ku tekane daxwaza wan ew e ku li ser gora birayê xwe dua bikin. 
 
* Ji Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê 30 girtiyan name ji CÎSST'ê re şandin. Girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên kurdî nade wan, stranên kurdî û govendgerandin jî qedexe ne. 
 
* Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê, diyar kirin ku 32 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û gotin: "Gelê kurd dixwaze agahî ji birêz Ocalan bigire." 
 
* Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwer Şêxo destnîşan kir ku di êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava de ekoloji jî wêran bûye û li dijî vê rûxandinê dê 4 milyon dar deynin. 
 
* Binevser Muhammed Şukru Kaya ku bi darê zorê biribûn cihê operasyonê, jiyana xwe ji dest da. Dewletê îdia kir ku Kaya “întîhar” kiriye. Lê malbata Kaya vê qebûl nake û dibêje ku fermandarê wî gef lê xwaribûn, cilên wî yên dema bûyerê hatine îmhakirin û gumanên wan hene. 
 
* Baroya Êlihê rapora têkildarî Girtîgeha Êlihê yên Tîpa M û T'yê amade kiriye dê li avahiya xwe eşkere bike. (13.00)