ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 26 Cotmeh 2023
  • |
img
* Li gundê Kalemkaş ê bi ser bajarokê Harmanli ya navçeya Sergolanê ku ji sedî 90’ê wê di erdhejê de hilweşiya, mexdûrên erdhejê bi ruhê komunê gundê xwe yê weranbûyî û jiyana xwe ji nû ve ava dikin.
 
* Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê Samed Ûcaman, têkildarî damezrandina Konseya Çandiniyê ya Amedê axivî û got: “Ev konsey hêzekî navxweyî ye û li dijî pirsgirêkên di çandiniyê de diqewimin û ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin, hat avakirin.”
 
* DBP dê beriya 7'emîn Kongreya Awarte di 5'ê Mijdarê de li Amedê bi beşdarbûna bi hezaran kesî konferansekê li dar bixe.  
 
* Dikandarên erdexanî û qersî anîn ziman ku êdî mirov ne li debara mehane li ya rojane difikirin û gotin: "Pirsgirêk bêyî demokrasî û edaletê çareser nabe." 
 
* Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî, anî ziman ku piştî destdirêjiya muftu Halîl Bîlîk a li zarokekê dibistan dibistan bûne qadên ne ewle. 
 
* Aktivîst Huseyîn Akîl şiyar kir ku HES ku tê xwestin li ser Rûbarê Zorê bê çêkirin, dê rê li ber qirkirina xwezayê ya mezin veke û ji bo hesasiyetê bang li raya giştî kir. 
 
* Jinên ku di êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê de xizmên xwe winda kirin û birîndar bûn, destnîşan kirin ku divê hestiyariya ji bo Filistînê tê nîşandan ji bo wan jî bê nîşandan. 
 
* Ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan diyar kir ku dê li dijî zîhniyeta mêr-dewletê ya di şer de li ser teşhîrkirina bedena jinê propagandaya siyasî dike têbikoşin û wiha got: “Bedena jinê, qada şer nîne.”
 
* Danişîna doza derbarê Hakki Boltan de hatiye vekirin, dê li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna doza têkildarî êrişa li dijî avahiya HDP’a Marmarîsê hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Marmarîsê bê lidarxistin. (09.00)
 
* Danişîna doza derbarê nûçegihanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê de hatiye vekirin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Danişîna Doza Kobanê ku dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin, didome. (10.00)
 
* Rexistina HEDEP’ê ya Stenbolê têkildarî kongreya xwe ya awarte ya dê di 12’ê mijdarê de bê lidarxistin li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.30)
 
* Lîstika “Dîsa tev li hev bû” dê di çarçoveya aktîvîteya Jîn Art Huner û ŞanoWanê de li Navenda Çandê ya Mûstafa Necatî ya li Îzmîrê derkeve pêşberî şanohezan. (20.00)