Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome

  • rojane
  • 14:25 25 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Hat ragihandin ku operasyona li çoltarê Licê hatiye destpêkirin li hinek herêman bi “yekîneyên taybe” tê domandin. 
 
Duh li Coftinê û Bêşişt ên navçeya Licê û li taxên çoltar ên Dareqolê yên Amedê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku leşkerên derketin operasyonê ji herêmê vekişiyane û hinek “yekîneyên taybet” hêj jî li herêmê ne. Hat zanîn ku operasyona li mezraya Dêrik a Dareqolê hêj berdewam e. 
 
Hat îdiakirin ku di encama bombebaran û pevçûnên li herêmê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.