Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin

  • rojane
  • 23:17 23 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRDÎN – Nevzat Ozturk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li bajarê xwe Mêrdînê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Ozturk got: "Ez heya niha di zindanê de bûm, lê dê berxwedana me ji niha û pê ve li derve bidome." 
 
Nevzat Ozturk ku piştî 30 sal û 3 mehan di 11'ê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê derket, hat bajarê xwe Mêrdînê. Ozturk li balafirgehê ji aliyê rêveberên TÛHAYDER, parlementerên HEDEP'ê yên Mêrdînê Kamûran Tanhan û Berîtan Guneş Altin û malbata xwe û gelek kesan kulîlkan hat pêşwazîkirin. Gava Ozturk hat ber balafirgehê girseyê li çepikan xist û lîrand. Ozturk jî yeko yeko ew silav kirin.
 
Ozturk ku li vir axivî, malavayiya kesên ew pêşwazî kirin kir. Ozturk bilêv kir ku berxwedan li her derê ye û dê berxwedana xwe mezintir bikin  û got: "Ez heya niha di zindanê de bûm, lê dê berxwedana me ji niha û pê ve li derve bidome." 
 
Paşê Ozturk û yên pê re çûn gundê Qesra Qelendera ya li navçeya Artûklûyê.