Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin

  • rojane
  • 15:16 23 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di danişîna doza ku der barê Yûsûf Ziya Gumuşel ê ku yek ji damezrînerên Weqfa Hîranûr ku zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewicandibû hat vekirin de biryar hate aşkerekirin. 

 
Danişîna biryarê ya doza ku der barê Yûsûf Ziya Gumuşel ê ku yek ji damezrînerên Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ye ku zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewicandibû hat vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê hat lidarxistin. Dadgehê li Yûsûf Ziya Gumuşel 20 sal, li Kadîr Îsteklî 30 sal û li dayika H.K.G.’yê Fatima Gumuşel jî 16 sal û 8 meh cezayê hefsê birî.