Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin

  • rojane
  • 12:59 23 Cotmeh 2023
  • |
img
MÛŞ - Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz hate binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li Mûşê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bermal Nergîz hate binçavkirin. Hat zanîn ku di dema serdegirtinê de deriyê mala Nergîz hatiye şikandin û li malê lêgerîn hatiye kirin. Sedema binçavkirina Nergîz nehat zanîn û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê tê ragirtin. Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.