‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan

  • rojane
  • 11:48 23 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ya ŞanoWanê dê di navbera 28 û 31’ê cotmehê de dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan. 

ŞanoWan a li Wanê xebatên çand û hunerê dimeşîne, xwe amade dike ku bi lîstika xwe ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan. Lîstika ku 8 lîstikvan dilîzin, dê di navbera 28 û 31 cotmehê de li çend cihên cuda yên li Stenbolê saet di 20.00’an de were lîstin.
 
Bernameya ŞanoWanê wiha ye: 
 
* 28’ê cotmehê: Navenda Çandê ya Cemal Sureyya Ataşehîr
 
* 30’ê cotmehê: Navenda Çandê ya Bariş Manço Avcilar
 
* 31’ê cotmehê: Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet