Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:11 23 Cotmeh 2023
  • |
img
TEKÎRDAG - Di encama serdegirtinên li Tekîrdagê de 2 rêveberên HDP’î hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li Tekîrdagê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Eregliyê Ridvan Ulaşman û rêveberê navçeya Çerkezkoyê Niyazî Artun hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Ulaşman û Artun birin Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê û têkildarî sedema binçavkirina wan tu agahî nehatin bidestxistin.