Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin

  • rojane
  • 17:29 22 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê bang kirin ku dewleta tirk hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qût bike.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi armanca êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê şermezar bike li ber Navenda Kar a Cevahîr a li Şîşliyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji Filistînê re azadî, ji Îsraîlê re boykot” hat vekirin û dowîzên “Ji Rojava heta Gazeyê gel li ber xwe didin”, “Li dijî emperyalîzmê şer, ji gelan re aştî” û “Ji çem ber bi deryayê ve Filistîna azad” hatin hilgirtin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Emperyalîzm dê têk biçe gelên li ber xwe didin dê serbikevin” , “Gelê Rojava ne bi tenê ye” , “Kujer Îsraîl ji Filistînê derkeve” û “Gelê Filistînê ne bi tenê ye” hatin berzkirin.

Umît Dogrû yê daxuyanî xwend, anî ziman ku li Gazeyê “qirkirinek” pêk tê. Dogrû, bal kişand ku Îsraîl nexweşxaneyan, mizgeftan, dêran û dibistanan hedef digire û destnîşan kir ku Îsraîl sûcê şer dike. Dogrû, destnîşan kir ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê nayê qebûlkirin û xwest dagirkerî were rawestandin. Dogrû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo vê ne çalakiyên şermezarkirinê bi tena serê tê re dikin ne jî hukmê şermezarkirinên pêşengên siyasî heye.”

DAXWAZ

Dogrû, daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:

“*Divê hemû têkiliyên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re bên qûtkirin, divê hemû nûnerên dîplomatîk ên rejîma dagirker a Îsraîlê yên li Tirkiyeyê bên dersînorkirin.  

* Divê hemû têkiliyên bazirganiyê yên Îsraîlê re bên qutkirin, li cihekî ku zêdetirî du milyonan filistînî bi birçîtî û tîbûnê re rûbirû mane divê keştiyên ku ji bo rejîma Îsraîlê alîkariyê dibin bên rawestandin û ev keştî paşve bên vegerandin.

* Divê di serî de Amerîka hemû leşkerên dewletên ku piştgiriyê didin Îsraîlê ji Tirkiyeyê bên derxistin.”