Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû

  • rojane
  • 16:31 22 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Li Wanê trênê li birê pezî û şivanê wan Farûk Kalçik da. Di qezayê de Kalçik bi giranî birîndar bû. 
 
Li Taxa Yalinagac a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê trênê li birê pezî û şivanê wan Farûk Kalçik da. Li gorî agahiyan; hişyarî di dema xwe de nehate kirin û dema Kalçik hewl da birê pezî ji trênê xelas bike bi giranî birîndar bû. Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatin veguhestin, Kalçik rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. Tedawiya Kalçik didome. 
 
Hat zanîn ku di qezayê de 50 mih jî mirin.